Walîtiya Amedê daxwaza avakirina KURDSÎADê red kir

Walîtiya Amedê daxwaza avakirina KURDSÎADê red kir

Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê (KURDSÎAD) bi daxwaznameyekê damezrandina xwe ji bo Walîtiya Amedê ragihandi bû lê ji aliyê daxwazî ji aliyê walîtiyê ve hate red kirin.

Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê ji bo ku dest bi xebatên xwe bike bi awayeke fermî daxwaznameya xwe dabû Walîtiya Amedê. Ev daxwazname ji aliyê walîtiyê ve hate nirxandin û bi hêceta ku li dijî Destûra Tirkiyê ye nehate qebûl kirin.

Li ser vê yekê, Komeleya Mazlûman a Amedê (Mazlum-Der) bi daxuyaniyekê ev biryar şermezar kir. Rêveberê Komeleyê Reha Ruhavîoglu diyar kir ku mafê ti kes û dewletan tine ye biryareke bi vî rengî bide û wiha got: Em wek Komeleya Pişgirî Bo Mazlûman zanin pirsgirêk ne navê Kurdistanê ye pisrgirek yek tîp kirina gel û mirovan bindest kirina maf û edaleta xwezayî û gerdûni ye ji ber vê yekê çawa bi navê miletên din komele hatine avakirin û ji wan re serbest û hiqûqiye eynî maf ji kurdan re jî rewa ye.

Damezrênerên Komeleya Pîşesaz û Karsazên Kurdistanê jî li dijî vê biryarê bertek nîşan dan û gotin, ev mafê wan yê mirovî ye. Ewê ti carî ji rêya xwe venegerin.

Yek ji damezirênerên KURDSÎADê bi navê Îmam Taşciger got: Emê bi vî navî xebata xwe bibin serî û em dixwazin navê Kurdistanê were qebûlkirin.

Li gorî qanûnên Tirkiyê, bikaranîna peyva Kurdistanê tê wateya pereçkirina dewleta Tirkiyê û wek sûcekî giran tê hesibandin.

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar