Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy di Midûrtiya Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) de civînekê çapemeniyê ya bi taştê li dar xist. Aksoy di civînê de rojevê nirxand.
Walî Aksoy li vir di derbarê merheleyên Sura ku operasyon û qedexeya darketina derve didomin de daxuyanî da. Her wiha Aksoy di derbarê navçeyê, krediya esnafê û guhertina şaristanî de zanyarî da.
Aksoy diyar kir di bergeha operasyonên ku 76 roj in di navçeyê didome de 44 polês jiyana xwe ji dest dane û 190 PKKyî jî hatine kuştin. Dûvre Aksoy destnîşan kir ku navçe ji sedî 95ê wê ji rêxistinê hatiye paqijkirin. Di navçeyê de bes ji sedî 5 maye ku were paqijkirin.
“2 hezar însan di derve de 2 hezar însan jî di hindir de mexdûr in”
Valî Aksoy diyar kir di 6 taxên ku qedexeya derketina derve didome de bi tevahî 4 hezar însan dijîn. Dûvre Aksoy axavtina xwe wiha domand: “Di 11ê berfanbarê de û piştî wê ji bo gelê ku dixwest ji navçeyê derkeve her cûr derfet hatin temîn kirin. Niha jî tê texmîn kirin ku nêzê 2 hezar însanan di navçeyê de ne. Gelê ku ji wir derket li navçeyên navend hatin bicî kirin. Xelkê ku derketine derveyê bajêr pir kêm in.”
Aksoy di derbarê mexdûriyeta xelkê Surê de axivî û diyar kir ku ji meha berfanbarê ji vir ji bo kesên ku ji navçeyê derketine di nabeyna 300 û 500 lîre de alîkarî li wan hatiye kirin. Ji meha çileya paşîn ji vir ve jî li her malbatên ku ji navçeyê koç kirine hezar lîre alîkarê hatiye kirin.
“Ji esnafê re 3 hezar lîre, ji bo malbatan îstîhdam”
Aksoy diyar kir ku alîkariyên ku li welatiyan hatine kirin bi tevahî nêzê 7 milyonê ye û kesên ku malên wan tune jî wan di otêlan de sitirandine.
Aksoy qala rakirina qedexeya derketina derve ya di Kolana Gaziyê û her wiha qedexeya vê kolanê ya dûbare ku dest pêkiribû de kir. Aksoy wiha belav kir: “Esnaf israr kir. Me ji bo esnaf vekir. Lê ji ber xeterê qedexe dûbare dest pê kir. Me alîkariya 3 hezar lîrê li esnafê ku bacên wan hebûn kir.
“Maseya qrizê ji bo pirsgirêkên perwerdehî û tendirustiyê hat saz kirin”
Aksoy wiha axavtina xwe domand: “Maseya qrîzê hat sazkirin. Ji bo zarokên ku divê perwerdehiya xwe bidomînin û ji bo pîrekên ducanî xebatên me didomin. Ji bo xwendekarên Surê yên ku xwendina wan eware bûne dibistanek 32 polî hat saz kirin. Dê em xwendevanan hilînin vir.”
“Guhertina şaristaniyê, dê gor dîroka navçeyê were sazkirin”
Walî Aksoy di derbarê guhertina şaristaniyê de nirxandin kir û Aksoy anî bibîranîn ku Surên Amedê û Baxçeyên Hevselê di parastina UNESCOyê de ne.
Aksoy di domahiya axavtina xwe de wiha pêde çû: “Dema ku qala TOKÎ tê kirin avahiyên mezin tên hûşên însanan. Ji ber vê yeke di sala 2011an de ji teref Lijneya Wezîran ve avadan hatine sazkirin û wek qadên xeter hatine îlankirin. Ji wê dîrokê vir TOKÎ, şaredariya bajarê mezin û wezîrtî dest bi xebatê kiribûn. Ji ber teqemeniyan ev avahî gelek zirarê dîtine. Ji ber vê yeke ev avahî ji nû ve nayên saz kirin. Lê xebata ku dê di navçeyê de were kirin dê gor avahiyên dîrokî yên di hawîrdor de werin saz kirin.
Kortên ku hatine tîje kirin û berîqatên ku hatine saz kirin
Aksoy dest nişan kir ku di navçeyê de gelek kes hatine girtin û her wiha gelek mihîmat jî hatine bidestxistin. Her wiha heta niha 185 berîqat hatine rakirin, 7 çal hatine tîjekirin û 178 teqemenî jî hatine îmha kirin.
“PKK, avahiyan dişewitîne dûvre derdikeve”
Aksoy di derbarê texrîbatên di herêmê de axivî. Aksoy wiha li axavtina xwe zede kir: “Mizgefta Kurşunluyê û Hemama Paşayê bûne kavil. Di dêran de texrîbat hene. Dema ku qad were paqij kirin dê ev tablo derkeve holê. Xeynî Dibisyana Alparslanî dibistanên Cumhûriyetê, Mardînkapi, Suleyman Nafîz û Yavuz Sultan Selîmî bûne wêran. Her wiha gelek avahî hatin texrîbkirin. Pîrekek jî dema ku taştê dixwar di encama cîsma ku îsabetê sere wê kir ew pîrek jiyana ji dast da.”
“Tunelên ku qala wan tên kirin çîrok in”
Aksoy ji pirsên gelo dê kengî qedexeya derketina derve bê rakirin û tunelên di nav navçeyê de gelo rast in re wiha bersiv da: “Heta ku pevçûn neqedin em tu tişt nikarin bibêjin. Lê gelek hindik maye. Em hemî jî dixwazin ku demildest ev qedexe were rakirin. Gotinên tunelan jî çîrok in. Tu tunelên ku pevgirêdayiya wê bi derve re heye nehatiye tespit kirin. Derketina hinek tunelan jî tuneye.”
Aksoy diyar kir ku li Amedê 37 wesayîtên bi zirx ji derveyê bajêr hatine navçeya Baxlarê. Dûvre Aksoy wiha axivî: “Ev wesayîtên bi zirx, di navçeya Baxlarê de dizivirin. Piştî Surê dera herî girîng Baxlar e. Polêsên me divê ku biçin her îxbarê û her noqteyê.”
“Eleqeyên biyaniyan bi herêm re hene”
Aksoy di derbarê paşgotiniyên ‘ajanî’ yên di herm de axivî. Dûvre wiha axavtina xwe wiha domand: “Gelek caran bi hev re hevdîtin dikin. Ev kes heke bê hevdîtina me ji herêm biçin encamên xelet derdikevin holê. Ev ajan in ya ne. Ev wesifandin maye hêviya me. Eleqeyên biyaniyan bi herêm re hene.”
“Heke wesayîtên şaredariyê di pevçûnan de bê emilandin çi hewce bike dê were kirin”
Di derbarê idîayên ku tê gotin wesayîtên şaredariyê di pevçûnan de tên emilandin de Aksoy wiha axivî: “Heke wesayîtên şaredariyê di pevçûnan de bê emilandin çi hewce bike dê were kirin. Ji ber vê yeke ev gotin di hinek navçeyan de hat tespit kirin û di derbarê wan de miamele hat kirin. Wezîfeya şaredariyê ji gel re xizmet e.” (ÎLKHA)