Waliyê Diyarbekirê beşdarî taziyeya kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan bû

DİYARBEKİR - Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy beşdarî taziyeya kesên ku di teqîna navçeya Sûra Diyarbekirê de jiyana xwe ji dest dabûn, bû.

Aksoy li mala şînê daxuyanînan da û diyar kir PKK siwîlan hedef digre û ji bona qestî canên wan bike çalakîyên mîna vê dike.

Aksoy di destpêka axavtina xwe de serxweşiyên xwe ji bo malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane re anî ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malbateke ku 2 zarokên biçûk jî di nav wan de bûn tenê ji bo seyranê li wê derê bûn şehîd bûn.Kalê wan a niha li nexweşxanê ye û rewşa wî nebaş e.Em hêvî dikin hemwelatiyên me yên ku birîndar bûne baş bibin.Di heman bûyerê de 9 polêsên me jî birîndar bûn.”

Aksoy di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji bo bûyerên bi vî awayî pêk neyên ew xebatên xwe didomînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em cardin terorê şermezar dikin.Em wê hususa ku  hemwelatiyên me destekê nadin PKKê, li Diyarbekirê dibînin.Em ji xelkê Diyarbekirê re ji bo ku piştgiryê nadin terorê spasiyên xwe tînin ziman .”

Aksoy û heyeta pê re piştî diayên ku hat xwendin re ji şîngehê veqetîyan.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye