Waliyê Misûlê: Zêdetirî 130 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin di operasyonên ku ji teref artêşa Iraqê ve ji bo Misûl ji DEAŞê bê xelaskirin li Misûlê hatin kirin de ji zêdetirî 130 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di operasyonên ku ji teref artêşa Iraqê ve di pêşîvantiya DYAyê de li Misûlê tên lidarxistin de di nava çend heftiyên dawî de zêdetirî ji 130 kesên siwîl  jiyana xwe ji dest dan.

Beşar El Kîkiyê Serokê Meclîsa Bajêra Misûlê  diyar kir ku hêj bi dehan cesed di bin enqazan de ne û her wiha Nevfel Hammadiyê Waliyê Misûlê jî diyar kir  di êrîşên hewayî yên ku hatin kirin de  zêdetirî ji 130 siwîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên ku girêdayê Hikûmeta Iraqê ne ji ber ku gelek siwîl birîndar bûne  navber ji harekatê re  dan.

Ji 200 hezaran zêdetir kesên siwîl axên xwe terk kirin

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Koçber û Koçê yê Iraqê  ve hat dayîn de hat diyarkirin  ji destpêka operasyonên ku li Misûlê hatine kirin vir ve ji 200 hezaran zêdetir kesên siwîl axên xwe terk kirin.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir hêj nêzî 600 hezar kesên siwîl li Misûlê ne  ji van 400 hezar kes di bin dorpêçkirinê de ne.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 mirî
Nimêja bi cemaetî hat qedexekirin