Wan Aşiqe Pexember'e

Platforma evîndarên pêxember, li herêma Serhedê li çend bajaran bernama mewlûdê li dar xistin.

Platforma evîndarên pêxember, li herêma Serhedê li çend bajaran bernama mewlûdê li dar xistin. Yek ji wan li Wanê li ber kelha dîrokî hate rastkirin. Bi sed hezaran milletê aşiq û evîndarên pêxember, bi cezb û coş û teweccuhek mezin, bi tekbîr û selewatan, bi sencaq û alayên tewhîdê herikîn meydana mewlûdê.

Bernama mewlûdê bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey îlahî û xwendina mewlûdê, nivîskar û perwerdekar Yahya Oğraş ji heyata pêxemberê me hinek nimûne pêş kirin. Mela Ebdulbarî Çelîk jî, di xeberdana xwe ya bi Kurmancî de, li ser eşq û pêgirtiya bi sunnet û riya hz Resûlûllah sekinî. Di bernamê de coş û selewat û tekbîr qut nebûn. Hinek aşiqên pêxember, alaya tewhîdê ya mezin bi ser kelha dîrokî ve aliqandin. Millet bi îlahî, merş û helbestên ku ji bo evîna pêxembêrê me hatin hunirandin, zêde coş bûn. Bername bi xwendina Quranê bi dawî bû. bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin