Salên 1990an salên wisa ne ku, zulma dewlet û Pkkê gelek zêdebibû. Ji alîkî ve dema dewletê gundên Kurdan dişewitande, Pkkê jî mayîna li ser rêyên gundiyan radixistin û bi ser camiyan de digirtin û Kurdên Musulman dikuştin... Gele kî ku di navbera du agiran de maye û leystikên li serê tên leyistandin... Canên hatine kuştin û parçe kirin... Di gundên hatine xirakirin: Gewer û Beysûkê...
28ê Adara sala 1994an de bi îddîa ku Pkkeyî hene bi ser du gundan de hat girtin û bi jetên ‘eskeriya Tirkî du gund hatin xirakirin. Bomberana bi ser herdû gundan de ewqas bi şiddetbû ku; cesedê kesên di bombebaranê de hatine kuştin li sehayeke 3 kîlometre belav bibû.
Di qetlî’ama han de ji gundên Gewer û Beysûkê 38 kesî canda û 13 kesên candane zarokbûn.
Ajansa Îlkeyê a Xeberan xwe gihande gundiyan û gundiyên ku ji qetlî’amê filitîne guhdarî kir
Gundî dibêjin ku; "Bira raste pêvajoya aşîtiyê destpê kiriye, naxwe divê dewlet kesên qetlî'am li me kirine derxe rastê û wan mehkeme bike. Dewlet nikare bêje van qetlî’aman hêzên tarî kirine û ser van qetlî’aman bigre. Heger ku dewlet kesên van qetlî'ama kirine dernexe holê wê demê dê wisa bê qebûlkirin ku van qetlî'aman dewletê kiriye.”
Kesên di vê qetlî’amê de candane ev in:
Ayşe Bengi, Huri Bengi, Liluz Bengi, Fatım Bengi, Zahide Kıraç, Hazal Kıraç, Şirin Kaçar, Huri Kaçar, Şemsihan Kaçar, Ahmet Kaçar, Şehriban Kaçar, Mahmut Benzer, İbrahim Benzer, Nurettin Benzer, Ömer Benzer, Abdullah Benzer, Çiçek Benzer, Ayşe Benzer, Şerife Yıldırım, Melike Yıldırım, Şaban Yıldırım, İrfan Yıldırım, Hunav Yıldırım, Elmas Yıldırım, Asya Yıldırım, Kerem Yıldırım, Mirza Yıldırım, Şevket Yıldırım, Fecriye Altan, Hacı Altan, Kerem Altan, Mahmut Oygur, Ayşe Oygur, Adil Oygur, Ve Fatma Bedir, Asiye Erdin, Ömer Kalkan Ve İbrahim Borak.
Kesên di qetlî’amê de birîndar ketine jî ev in:
Bahar Bengi, Ercan Bengi, Zülfiye Bengi, Behiye Bengi, Süleyman Benzer,
Fatım Benzer, Lale Erdin, Mehmet Aykaç, Cafer Koşcan, Asiye Yıldırım, Cafer Kaçar, Hüsniye Kıraç, Hatice Bayi.
Li gundên ku qetlî’am li wan hatiye kirin êş û jan hê weke ku taze be disekine. Gundiyên ku piştî qetlî’amê perîşan bûne û ji gundê xwe reviyane hê jî venegeriyane gundê xwe.
Hinek gundî ji ciyê ku koç kirine ji bo sê meha tên nêzî gundê xwe û sê meha li ba wan dimînin û berî ku zivistan bê vedigerin ciyê ku koç kirine.
Weke herdû gundên li çiyayê Gabarê, ku qetlî’am li wan hatiye kirin 20 gundên ku cîranên wan in jî gundên xwe vala kirine.
Di dema qetlî’amê de malên xelqê xirabûne û bi hezaran heywanên wan telef bûne û ji ber vê yekê xisara wan a maddî gelek giran e...
Heger bi rastî pêvajoya aşîtiyê îro dimeşe; divê di serî de bi van meğdûran re aşîtiyek bê kirin û mafê wanê ku ji destê wan hatine sitendin û xisara wan bê temîn kirin. BANGAHEQ