Wê Îşgalker Ji Afğanîstanê Vekişin!

Emrîka êrîşên 11ê îlonê kire hincet û behane, Efğanistana bi deh kîlometreyan ji xwe dûr îşgal kir û ev nêzî 12 salan e ku tê de wehşet û qetlîaman rast dike.

Emrîka êrîşên 11ê îlonê kire hincet û behane, Efğanistana bi deh kîlometreyan ji xwe dûr îşgal kir û ev nêzî 12 salan e ku tê de wehşet û qetlîaman rast dike. Piştî ku Efğanistan kire xirbe û xopan, Emrîka niha li ser planên vekişînê dixebite.

Di vî warî de serekê Emrîka Barak Obama û sekreterê giştî yê NATOyê Rasmûssen, li Waşîngtonê di Qesra Sipî de hatin ba hev. Di hevdîtinê de mesela serek, vekişîna ji Efğanistanê bû. Piştî hevdîtinê her dûyan beyanateke medyayî rast kir. Rasmûssen wiha got “Niha fealiyetên Natoyê li ser Efğanistanê ne. Di vê mijarê de wê di nêz de dewreke girîng biqewime. Wê ewlehiya welêt têkeve bin kontrola Efğaniyan, eskerên me jî têkevin pozîsyona piştgiriyê.”

Li Efğanistanê 62 hezar eskerên Emrîka û 34 hezar eskerên NATOyê hene. Emrîka û Nato plan dikin ku heta dawiya 2014an piraniya eskerên xwe jê vekişînin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar