“We li Sûrê destek neda me, em ê li vê derê we qetil bikin”

Her weke ku tê zanîn li hinek taxên navçeya Baglara Diyarbekirê qedexeya derketina derve ev bû 4 roj ku berdewam dike. Kesên şahid ên ku ji bûyerên ku li wê derê qewimî ne re bûne şahid di derbarê mijarê de diyar kirin kesên PKKyî li wan gef xwarine û wa

Li navçê tê dîtin hemû kesên ku firsedê dibînin bi qasî quweta xwe firak û alavên xwe hildigirin û navçê terk dikin.

Kesê mexdûr ê bi navê Z.B. yê ku mecbûr mabû ji Taxa Kaynartepeya Baglara koç bike wan bûyerên ku ji wan re bûbû şahid anî ziman.

Z.B. di destpêka axavtina xwe de diyar kir kesên PKKyî yên çekdar  bi zorê dest didanîn li ser wesayîtan û hemwelatiyên ku ji wan re bertek nîşan didan jî bi gefa mirinê tehdîd dikirin.Z.B. dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku li malê bûn min li bin mala me re kesên çekdar dît.Zilmê li xelkê dikirin, wesayîtên xelkê didan ber guleyan û dest didanîn li ser wesayîtên wan.Hemwelatiyek hazire nîv seatî hewl da da ku wesayîta xwe ji wan bistîne.Ji ber vê hewldanê kesên PKKyî jê re wiha gotin’ Xelk cana xwe dide, hûn ketine derdê mal.Here, naxwe em ê tê bikujin.Zilam mecbûr ma ku here.”

 “We li Sûrê destek neda me, em ê li vê derê we qetil bikin.”

Z.B. di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên PKKyî yek bi yek li derîyên malan didan  û ji wan re digotin ku ew ê malan ji xwe re bikarbînin.Z.B. dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir : “ Yek bi yek li derîyên malan didan.Ji wan xwestin ji bilî zarokan hemû kes ji malan derkevin.Li deriyê me jî dan lê me ji wan re derî venekir. Li sikak û kolanan  qîr dikirin û digotin ‘Hûn li Sûrê destek neda me, em ê li vê derê we qetil bikin.”


“Çek li  serê zaroka 4 salî rast kirin û bi bavê wî çal dan kolan”

Z.B. di dawiya axavtina xwe de wiha axivî: “Doh min bi hevalekî xwe re axivîm. Ji min re got ‘Wan çek li  serê zaroka/ê min a/ê 4 salî rast kirin û bi min çal dan kolan.Dema ku van digot krîz derbas dikir.Zaroka/ê wî ji tirsa ev bû çend roj nikare biaxive.Hevalekî min din jî  got ku kesên PKKyî derîyên wî dane û dema ku wî derî ji wan re venekirye derî şikandine û wan bi zorê ji malê derxistine.”(ÎLKHA)
 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye