Di çarçova lêpirsîna doza 28ê Sibatê de, sererkanê kevn Îsmaîl Hakki Karadayi, do hatibû desteserkirin. Bi teleba girtî sewkî mehkemê bûbû. Lê mehekeme, hukmên kontrolên edlî tetbîq kir û wî berda.
Do mehkeme der barê Bati Çalişma Grûbûyê de, 83 pirs ji Karadayi pirsî. Karadayî qederê 3 saet û nîv îfade da mehkemê. Karadayi bi teleba girtinê sewkî mehkema nobetdar bû. Mehkeme jî, diyar kir ku di heqê wî delîlên têra xwe tune ne û wî berda. Êdî wê Karadayi nikaribe derkeve dervê welat, wê heftê carekê ji bo îmzeyê here qereqolê û wê bêgirtî mehkema wî dewam bike.
Çevîk Bîrê ku di hepsa Sîncanê de girtî ye, mehek berê beyan kiribû ku esil mesûlê derbeya 28ê Sibatê Îsmaîl Karadayi ye.