Wê Patriyot Li Mereşê, 100 Km Dûrî Sînor Bên Bicîh Kirin

Wê Patriyot Li Mereşê, 100 Km Dûrî Sînor Bên Bicîh Kirin

 Meclîsa Elmanyayê qirar da ku, sîstema patriyotê bişîne Mereşê. Li gor xebereke medyaya Elmanyayê, parlementoya Elmanyayê qirar da ku wê sîstema fuzeyên patriyotan yên ku Tirkiyê ji Natoyê xwestibûn, li dora bajarê Mereşê, bi awayî 100 kîlometre dûrî sînorê Sûriyê, di 2013an de bê bicîhkirin.

Wê tezkere heta 2014an di meriyetê de be. Tezkera ku der barê du bataryayên fuzeyên patriyotan û 400 eskerê Elman yên xebatkarên van sîsteman de hatiye amade kirin, wê roja înê di meclîsa federal de bê pêşkirin. Tê texmîn kirin ku wê tezkere li meclîsê bê qebûlkirin.

Hefta borî, heyeta wezîran ya Hollandayê tesdîq kiribû ku, du bataryayê fuzeyên patriyotan û 360 eskerî bişîne.

bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin