Li Myanmarê li herêma Araqanê, Bûdîstên hov û har û wehşî, li muslumanan êrîş û qetlîamên xwe didomînin. Zulm û wehşeta wan, bi desteka dewleta Myanmarê diqewimin.
Hat îfadekirin ku, li bajarê Mektîlyayê di hadîseyên dawî de, 43 musluman hatibûn qetilkirin. Dîmenên wan niha ketin ser malperan. Eşkere dibe ku, Bûdîstên har li ber çavê polîsan êrîşî muslumanan dikin, xanî û dikanên musluamanan dişewitînin û dişêlînin. Di nav Bûdîstan de keşeyên wan jî hene. Xuya dibe ku musluman şewitandine.
Ev du sal e ku, zulm û wehşeta Bûdîstan dewam dike. Qetlîamên wan, êdî giha derenca jenosîdê. Bi hezaran musluman hatin qetilkirin. Bi sed hezaran jî li welatên din miltecî ne.
Tê beyankirin Bûdîstên wehşî, çima ku musluman ji heykelê Bûda re xwe natewînin, muslumanan dikujin. Cemiyet û teşkîlatên cîhanê jî tenê temaşe dikin. bangaheq