“Wehşeta herî mezin bêdengiya însanan a li hemberê qetlîaman e”

Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez di konferansa Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê de axivî. Gormez diyar kir ku wehşeta herî mezin bêdengiya însanan a li hemberê qetlîaman e.

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez bi wesîla organîzasyona qurbanên sala 2016an a Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê bi dildarên TDVyê yên ku li 130 welatan û 530 herêman goştê qurbanê belav kirine re hat cemhev.

Serokê Karûbarên Diyanetê Gormezê ku di konferansa Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê de axivî diyar kir ku mirovahî merhemet û dilovaniya xwe ji dest daye. Gormez qala qetlîamên ku li Helebê çêdibe kir û destnîşan kir ku bêdengiya ji van qetlîaman re ji bo mirovahiyê wehşeta herî mezin e. Ev yek jî ji bo mirovahiyê pir xeternak e.

“Bêdengiya dinyayê ya hemberê qetlîamên li Helebê çêdibin ji bo mirovahiyê xeternak û wehşeta herî mezin e”

Gormez bal kişand ku wehşeta herî mezin ew e ku mirov ji qetlîaman re bêdeng bimîne. Dûvre Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li ber çavên însanan li Heleba ku navenda şaristana herî mezin a mirovahiyê ye me bi hev re mêze kir ku di nabeyna enqazan de zarokan derdixistin. Ev cinayet, qetlîam, wehşet û dehşetên pir mezin in. Lê wehşet û dehşeta herî mezin çiye hûn dizanin? Bêdengiya dinyayê ya hemberê qetlîamên ku li Helebê çêdibin ji bo mirovahiyê xeternak û wehşeta herî mezin e.” (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”