“Ji ber ku min ceyran xerc nekiriye weke ku min bi qeçaxê emel kiriye ji min re ceza birîne”
Abdurrahman Çelîkê Êlihî yê ku jê re ji teref xebatkarên Dîcle EDAŞê ve cezaya ceyrana qeçax hatiye birîn di derbarê cezaya ku jê re bi neheqî hatiye birîn de wiha axivî: “ Ji ber hewaya cemidî û qeşaya ku qet, tesîsata me ya avê qeşa girt û teqiya. Mala me di bin avê de ma. Ji ber vê yekê em çûn mala bavê xwe û em nêzî 20 rojan li wê derê man. Dema ku em vegeriyan mala xwe faturaya me ya ceyranê hat. Piştî wê 3-4 rojan cardin faturayeke din hat. Di wê faturayê de 2 hezar lîre hatibû nivîsandin. Em ne li malê bûn û me ceyran xerc nekiribû, lê ji me re gotin ji ber ku we ceyran nehatiye xerckirin bi qeçaxê hatiye emelkirin û ceza ji we re hatiye birîn. Em ne li malê bûn, em ê çawa ceyranê xerc bikin. Ez çûn DEDAŞê û min sebeba faturayê ji wan pirs kir. Ji min re gotin ku te bi ceyrana qeçax emel kiriye. Ji ber ku min ceyran xerc nekiriye weke ku min bi qeçaxê emel kiriye ji min re ceza birîne. Min ji wan re got dema ceza hatiye birîn ez ne li malê bûn. Ji min re gotin ji ber ku di sîstemê de hatiye qeydkirin ew nikarin cezayê xera bikin. Di netîceyên hewildanan de ceza ji sedî 30 daxistin. Em ê di vê zivistanê de belesebeb milyar û nîv bidin. Neheqiyeke mezin li me hat kirin.”
“Nêzî 100 kes însan dibêjin digel ku ew bi ceyrana qeçax emel nekirine jî ji wan re cezaya ceyrana qeçax hatiye nivîsîn”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew karkerê înşaatê ye û ji ber ku zivistan e ew ev 2 meh e ku nikare bixebite û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ DEDAŞ însanan mexdûr dike. Ne tenê min her wiha gelek kesan mexdûr dike. Ev 2 roj e ku ez diçim DEDAŞê, nêzî 100 kesî li wê derê ye. Di destên wan de fatura hene û dibêjin digel ku bi ceyrana qeçax emel nekirine ji wan re cezaya ceyrana qeçax hatiye nivîsîn. Ji roja ku DEDAŞê hatiye taybetkirin ve li ser masê ji xelkê re ceza dibirin. Ji xelkê re ceza dibirin û wan mexdûr dikin. Ji bo vê problemê bila rayedar gavan bavêjin.”(ÎLKHA)