Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Saglam beşdarî bernameya xwendina mewludê ya ji bo erdhejzedeyan bû

Îshaq Saglamê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê beşdarî bernameya xwendina mewludê ya ji bo erdhejzedeyan û fitarê bû.

Weke ku dê bê bîran ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hatibû Seroka Şaxên Jinan a Semsûr'ê ya HUDA PAR'ê Yıldız Tanriverdî digel 3 zarokên xwe û hevjînê xwe Ramazan Tanriverdî û her wisa Serokê Şaxa Ciwaniyê yê HUDA PAR'ê Huseyîn Bayram û Endamên Şaxa Ciwaniyê Saît Başaran, Muhammed Musap Bozkurt û Ahmet Elçî rehmet kiribûn. Saglam û heyeta pêre pêkve çûn ser gora van kesên rehmetkirî û li ser rûhên wan Fatîha xwendin.

Saglam piştî ziyareta gorê beşdarî xwarina fitarê ya ku Kerwana Hêviyê li Mala Sersaxiyê ya Ehl-î Beytê hat dayîn bû.

Saglam beriya xwarina fitarê axaftineke kin kir û bal kişand ser girîngiya îstîfadegirtina ji xêr û bereketa Remezanê û gihîştina Şeva Qedrê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye