Welat Di Bin Berfê De Ma

Ev çend roj e ku li seranserê welêt berf dibare. Nexasim li hêla bakur û rojhilat, berfê daye ser çokê

Ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin, mekteb hatin tetîlkirin, çûnûhatin sekînî. Elektrîk qut bûn. Gelek welatî li malên xwe asê man. Li hinek deveran ser golan cemidî.   

   Xebatên ji bo vekirina rêyan jî didomin. Di rêyan de ji ber qeşa û pêzûn û berfê, qezayên trafîkî qewimin. Rêyên navçe û gundan yên bi derûdor re, ji trafîkê re hatin girtin.

   Li bajarê Diyarbekirê, li navçeyên wê, li Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan, Agirî, Colemêrgê û bajar û navçeyên din tesîra berfê zêde bû.

   Li Serêkaniya Ceylanpinarê, piştî 22 salan berf bariya, dibistan tetîl bûn. Her wiha li Qoser û Wêranşehrê jî berf bariya. Rêyên bi sedan gund û mezrayên wan hatine girtin.

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin