Iraq di ‘Erebî de tê me’na welatê bi esl û bereket. Dagirkerê Emrîka di Adara 2003an de, bi amanca sîlehên kîmyasala Seddam îmhe bike û demokrasî û aştî û azadiyê bîne, Iraqê îşgal kir. 10 sal bi ser îşgalê ket. Lê belê ji qanser û kavilê pêve, li Iraq tiştek li ser piya nemaye.
Di îşgal û hadîseyan de, milyonek û 700 hezar însan hatin kuştin, 4 milyon kes war û malên xwe terk kirin. Li gor raporên saziyên sihhetê yên mehelî û navnetewî, li Iraqê di hejmara vaqiayên qanserê de ji sedî 40 zêde bûye. Fatûra mezin jî xelkê Fellûce dide. Li bajêr hêzên îşgalker, bombên ûranyûm û gulleyên firkîtî bi kar anîne.
Li aliyê din îro dîsa başûrê Beğdayê, bi bomban hejiya. Teqîn li herêma ku muslumanên şiî lê dimînin qewimîn. Di hadîseyan de, bi kêmanî 72 kes hatin kuştin û nêzî 200 kes jî birîndar bûn. Teqîn li El Cedîde, Meştel, Zaferaniye, Huseyniye, Kazimiye û Îskenderiyê, bi wesaîtên bombekirî pêk hatin. Hat gotin ku, di hadîseyan de hinek polîs jî hatine kuştin. Rayedar û wezîfedarên sihhet û asayîşê, guman dikin ku, hejmara kuştiyan zêde bibe.