Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina vekirinê ya Yekemîn Lûtkeya Teknolojî û Zanîstê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê bû. Erdogan di rûniştinê de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku derheqê Arakanê kir de diyar kir bo dawî li zilma li Arakanê bê anîn divê em digel hev mucadele bikin.
“Divê dawî li zilma li Arakanê bê anîn”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo pêşiya vê dramê bê girtin ew dixwazin bi hikûmetên Myanmar û Bangledeşê re pêkve bixebitin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me teklîfên xwe ji meqamên Bangledeşê re teqdîm kir da ku ew ji wan Mislimanên ku ji ber zilm û zordariyê reviyane û xwe spartina wan xwedî derkevin û jin wan re alîkariyê bikin. Saziyên navneteweyî, nexasim jî em wek welatên Îslamê tiştên ku ji destên me bê divê em bikin da ku dawî li vê zilmê bê û divê em digel hev micadele bikin.”
ÎLKHA