Welatiyê astengdar li balafirgehê dan sekindanin

Welatiyê astengdar ê ku bi balafirê ji Enqerê hat Diyarbekirê ji ber ku erebeya wî ya seqetan hatibû jibîrkirin wî nêzî 3 seatan li balafirgehê dan sekinandin.

Celal Kayayê astengdar ji ber ku erebeya wî ya seqetan ji teref Şîrketa Serwîsê Hewayê ya Çelebî ve roja yekşemê li Balafirgeha Enqerê hat jibîrkirin li Balafirgeha Diyarbekirê ji bo demekê erebeyeke seqetan teleb kir; lê ji ber vê teleba wî polês  û personelên balafirgehê Celal Kayayî nêzî 3 seatan li balafirgehê dan sekinandin.

Kayayê ku hat mexdûrkirin qala neheqiyên ku  lê hatine kirin kir û wisa ji rewşê re bertek nîşan da ‘ Gelo li vî welatî astengdarbûn ev qas bi zehmet e?’

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî ku ew li balafirê siwar bibe personelê balafirgehê rahiştine erebeya wî ya seqetan  û xistine nava poşetan. Kaya dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Roja yekşemê ez ji Enqerê hatim Diyarbekirê. Berî ku ez li balafirê siwar bibim jî hevalê min ê li ba min ji kesê wezîfedar re got ku hûn erebeya wî ji bîr nekin. Bi vî awayî em hatin Diyarbekirê.  Her carî dema ku min dikir peya bibim li devê derî min li erebeya min siwar dikirin. Lê belê vêcar wan min li erebeya ku anîbûn siwar kirin. Min ji wan pirs kir ka erebeya min li kû ye? Ji min re gotin ku di bagajê de ye û ew ê li jêr teslîmî we bikin. Lê em li wê derê sekinin  tu kes erebeya min neanî.”

 “Ji min re gotin ku tu nikare digel erebeya seqetan ji vir derkevî”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir rayedarên şîrketê pê re bi muameleyeke nexweş muamele kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hat hînbûn ku erebeya min a seqetan li Enqerê maye. Li şîrketa Enqerê digerin, lê tu kes bersiv neda wan. Êdî ji min şiphe kirin ku erebeya min ya seqetan nîne. Ew personelê ku li Enqerê min li balafirê siwar kiribû jî li wê derê bû. Min jê pirsa erebeya xwe kir, ji min re got ku heye. Ji bilî vê, çûyîna min a bi erebeya seqetan di kamereyan de qeydkiriye. Welhasil min ji pesonelê wê derê got, ez ê rahijim vê erebê lewra bêyî vê erebê ez nikarim biçim tu derî. Her wiha ji ber ku yekşem bû medîkal jî girtî bûn , ez nikaribûm yeke nû bistînim. Ji ber vê yekê min ji wan re got ku ez rahijim vê erebê, ez  ê sibe ji we re bînim. Ji min re gotin ku çênabe û li gor prosudura şîrketê tu nikarî digel erebê ji vir derkevî. Personeleke jin  hebû, dixwast ji min re bibe alîkar, lê tu tişt ji destên wê nedihat. Ew personel di taliyê de ji qehran bêhiş ket. Personel jî li midûrê şîrketê geriyan, lê midûr qetiyan destûr neda.”

 “Ger ku ez çûbana nexweşxanê ez çawa bê erebeya seqetan vegeriyabana mala xwe?”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku erebeya wî ya seqetan tunebû ew nexwestiye herê nexweşxanê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber tiştê ku qewimî min ji wan re got ez çi bikim, xwe kaş bikim û derkevim derve, hûn çi ji min dixwazin, erebeyek ji canê însanekî bi qiymettir e? Dû re tayê min girt. Tîmarker hatin tansiyona min girtin. Xwestin ku min rakin acîlê, lê min qebûl nekir. Lewra ger ku ez çûbana nexweşxanê ez çawa bê erebeya seqetan vegeriyabana mala xwe? Min ji personelê li wê derê re got hûn ji bo erebê nasname, pere û her çi dixwazin bibêjin ez bidim we. Bes ku ez ji we xilas bibim. Ez nema îdare dikim, însanek ev qas rehîn nayê girtin. Min van tiştan ji wan re got. Wê şevê heta 23.45an min li wê derê rehîn girtin.”

Kaya di dawiya axavtina xwe de diyar kir heta ku ew hezar lîre ji bo erebeya seqetan rehîn nedaye nehiştine ku ew herê mala xwe, Kaya her wiha destnîşan kir ew ê di derheqê rayedaran de gilîdar bibe û heta dawiyê jî bibe taqîbkerê bûyerê.

Ji bilî vê me xwest ku di derbarê mijarê de bi rayedarên Şîrketa Serwîsê Hewayê ya Çelebî re hevdîtine bikin, lê rayedar di derbarê mijarê de tu agahî nedan me.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye