“Weqfa Alîkariya Civakê di şûna rejiyê de kevir daye me”

ŞERNEX - Di nav rejiya ku ji teref Weqfa Alîkarî û Piştgiriya Civakê ya Şernexê ve hat belavkirin de kevir derket. Ji ber vê yekê gel bertek nîşan bertek nîşan da.

Di nav telîsên rejiya ku ji teref Weqfa Alîkarî û Piştgiriya Civakê ya Şernexê ve hat belavkirin de kevir derket. Ji ber vê yekê gel bertek nîşan bertek nîşan da.

Zekeriya Tatarê ku di Taxa Gundogduyê de îqamet dike destnîşan kir ku di nav telîsên rejiya ku ji teref SYDVyê ve hatiye belavkirin de kevir derketiye.

Tatar wiha mijarê anî ziman: “Di nav telîsan de herî kêm 15 kîlo kevir derdikeve. Ev gel çendîn sal e wiha hat xapandin. Di şûna komirê de kevir didin şewitandin. Eyb e. Ev qas tişt hatin serê me. Dê em kevir bişewitînin? Wakfa Alîkariya Civakê di şûna rejiyê de kevir daye me.”

Tatar diyar kir piştî ku rejî di sobê de qerm dibe diteqe. Ev yek ne eqlî û ne jî mentiqî ye. Dûvre Tatar wiha pê de çû: “Ev mijar pir girîng e. Pêwîst e ku rêvebir demildest dest bavêjin vê mijarê. Em hêvîdar in ku mafê vê gelê mezlûm ji kesên ji vê yekê berpirsyar in were pirsîn. Ez mala me ne mala hemî kesan di vê rewşê de ye. Derdê herkesî wek hev e. Pirsgirêka herkesî yek e. Komira me naşewite. Di nav wê de hemî kevir e. Ev kevir jî di sobê de diteqin. Ji ber vê yekê em hêvîdar in ku rêvebir alîkariya me bikin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye