Weqfa Êtîman li Cizîrê berî Cejna Qurbanê alîkarî bi êtîman kir

Nûnertiya Cizîrê ya Weqfa Êtîman beriya Cejna Qurbanê, li Cizîra navçeya Şirnexê ji bi dehan zarokên sêwî re alîkarîya cil û berg û pêlavan kir.

Nûnertiya Weqfa Êtîmana Cizîrê beriya Cejna Qurbanê êtîm ji bîr nekir û bi cil û berg û pêlavên Cejna Qurbanê zarokên sêwî û êtîm kêfxweş kir.

Di bernameya ku ji teref rayedarên Weqfa Êtîman ve hat lidarxistin de bi dehan zarok li gor dilê xwe cil û bergan kirîn.

Nûnera Cizîrî yê Weqfa Êtîman Şefaat Camçi jî der barê alîkariyê de agahî da û wiha got: “Weke Nûnertiya Weqfa Yetîman a Cizîrê beriya Cejna Qurbanê me malbatên xwe yên sêwî anîn dikanê û ji wan re cil û berg û pêlavên cejnê kirî. Bi desteka xêrxwazan me di vê cejnê de êtîm û sêwiyan kêfxweş kir. Xwedê xêra xêrxwazên me qebûl bike.".

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"