Weqfa Êtîman rapora fealîyeta meha Tîrmehê daxuyand

Weqfa Êtîman a ku xwe ji êtîmên nav welat û derveyê welat re dighêjîne û alîkarîyan dike, rapora xwe ya fealîyetan a meha Tîrmehê daxuyand.

Rapor, bi navê Weqfê ji teref Recep Bozkirê Endamê Sazîya Bireveberîyê ve hat xwendin.

“Di meha Tîrmehê de ji zarokên êtîmên û dayîkên wan a nav welat re bi tevahî 316 hezar, ji malbatên hewcedar re 9 hezar û xwendekaran re jî 51 hezar û 800 Lîre alîkarîya meddî hatîye kirin. Xeyn ji vana ji êtîmên ku di nav welat de ne re jî goştê qurbanê yê qasê 600 hezar Lîreyî, mêwe-sebzeyên qasî 6 hezar û 550 Lîre hatîye belavkirin. Di binê van qeleman de ji malbatên me yên êtîm, sêwî û hewcedar re bi tevahî 983 hezar û 350 Lîre alîkarî hatîye kirin.”

Bozkir derheqê xebatên derveyê welat de jî agahîyan da.

“Derheqê vekirina bîra avê, belavkirina serjêkirina qurbanên bi wekalet û alîkarîya neqdî ya mehane a êtîman de li Efrîqayê 1 milyon û 655 hezar û 800, li Yemenê 200 hezar, li Efxenistanê 2 milyon û 983 hezar û 100, li Bangladeşê 103 hezar û li Tirkîstana Rojhilat jî 15 hezar lîre alîkarî hatîye kirin.”

Meblaxa alîkarîya Weqfa Êtîman a di meha Tîrmehê de higaşt 6 milyon Lîreyî.

“Recep Bozkirê ku hemû meblaxê alîkarîya ku di maha Tîrmehê de hatîye kirin daxuyand weha got, “Ji malbatên hewcedar, êtîm û sêwîyan re di nav welat de nêzê 983 hezar û 350, li derveyê welat jî 4 milyon û 956 hezar û 900 lîre bi tevahî 5 milyon û 940 hezar û 250 lîre alîkarî hatîye dayîn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye