Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta hefteya camî û wezîfedarên dînî peyam belav kir

Koordînatorê Weqfa Evîndarên Pêxember Fewzî Aydin, derheqê hefteya camî û wezîfedarên dînî ku di navbera 1 û 7ê cotmehê ye de daxuyanîya çapemenîyê da.

1 û 7ê Cothemê ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve her sal wek “HEFTEYA CAMÎ Û WEZÎFEDARÊN DÎNΔ tê pîrozkirin.

Koordînatorê Weqfa Evîndarên Pêxember Fewzî Aydin jî ji ber “HEFTEYA CAMÎ Û WEZÎFEDARÊN DÎNΔ daxuyanîya çapemenîyê da.

Aydin di axavtina xwe de weha got, “Mescîdan ji bona Misilmana bûye cîhê navenda îstîşareyê, telîmgeha îlm û îrfanê, navenda stratejî ya artêşê, şîfaxaxeneya nexweşînên meddî û menewî ye, sitargeheke lahî ya mezlum û mexduran bûye. Ji ber vêya ye ku medenîyeta Îslamê, medenîyeteke ku di navenda wî de camî heye derketîye holê ye, dinavenda bajarên ku sazkirîye de di qelbê bajaran de camîyan lêkirîye.”

Aydin, bal kişand ku camîyan nîşana yekîtî, yekrêzî û biratîya tehqîqî ye û dûre weha got, “Biratîya Mihacîr û Ensaran ji vêya re mînaka herî xweş e. Camîyan cîh û mabedên me yên ku ti ferqîya dewlemend-feqîr, zarok-îxtîyar,zilam-pîrekê nake. Camîyên me bi fonksîyona ku Îslam daye wî, civakê di alîyê menewî de derman dike. Camî, avenda cîhê tedawîya nexweşînên meddî ûmenewî ya civakê ye.”

Ayrinê ku destnîşan kir Aliman ji boana Muminan yek pêşander in, wî daxwaz kir bila vê hefteyê ji bo xêrê bibe wesîle, “Pêxemberan li paş xwe mal û milk nahêlin. Mîrasa wan ya herî mezin îlîm e. Wa vê mîrasa ku ew ê ji nesla me re bar bighêjîne, camîyên me bi zarok û ciwanan tijî bike jî alimên me yên muallîm in. Em bi vê wesîleyê wezfedarên me yên dînî û camîyan yên ku camî û mescîdan ji bo feydeya civak û însanîyetê bikarbînin pîroz dikim. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bila xizmetên bi xêr bike nisîb.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê mijeke gurr bandor kir
HUDA PARê li Afyonkarahîsarê bi beşdarbûna Serokê Giştî Yapicioglu kampa nirxandina dawiya salê li dar xist
Li navçeya me ya Çinarê qezayeke trafîkê ya bi ziyana maddî çêbû
Balafira biçûk li Fransayê ket: 4 kes mirin
Ger hûn her tiştî li ser maddeyê ava bikin, nifşê din jî ew ê bibe tiryakê maddeyê