Weqfa Karwana Ûmûdê li Xezzeyê pakêtên xidayê belav kir

Weqfa Karwana Ûmûdê li devera Xazzeya Fîlîstînê di çarçoveya xebatên alîkarîyê de alîkariya malbatên feqîr û mixtac kir û pakêtên xidayê belav kir.

Di encama êrîşên çeteyên sîyonîstên îşxalker de devera Xazzeya Fîlîstînê zor û zehmetîyên giran dikşîne. Weqfa Karwana Ûmûdê li devera Xazzeya Fîlîstînê di çarçoveya xebatên alîkarîyê de alîkarîya malbatên feqîr û mixtac kir û pakêtên xidayê belav kir.

Karbidestên Weqfa Karwana Ûmûdê destîşan kirin kû li devera Xazzeyê ji ber dorpêç kirin û êrîşên çeteyên sîyonîstên îşxalker de gelek malbat di bin şert û mercên zor û zehmet de debara jîyana xwe dikin û wisa hat gotin: “Ji gelek hêlan pêwistiyên birayên me ên Xazzeyî hene. Di warê tenduristî, perwerdehî û sitarbûnê de pêdêvî û îhtiyacên zêde hene. Mixabin ji ber dorpêçkirin û ambargoyê gel di jiyana xwe ya rojane de zehmetîyên mezin dikşînin. Em wek Weqfa Karwana Ûmûdê ji bo ji birînên birayên xwe yên feqîr û mixtac re bibin merhem em li virin. Me li Xazzeyê dest bi belavkirina alîkarîyên xwe yên ewil kir. Li Xazzeyê ji ber ambargo û dorpêçkirinê gel zehmetîyên mezin dikşîne û Weqfa Karwana Ûmûdê ji wan re bû wek hêvîyekê. Me li Tirkîyeyê ji gelek navçe û bajaran alîkarî kom kiririn. Alîkarîyên me kom kirin em niha li malbatên mixtac belav dikin. Mala Xwedê ava be Weqfa me alîkarîyên xêrxwazan da me bi serbilindî gîhand kesên mixtac û belav kir.”

ÎLKHA






































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin