Weqfa Yetîman dê ji Mislimanên Arakanî re alîkariyê bibe

Weqfa Yetîman dê ji Mislimanên Arakanîyên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê war û welatên xwe terk kirine û xwe spartine kampên li Bangledeşê re alîkariyê bibe.

Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derheqê alîkariya ku dê bê kirin de ji endamê çapemeniyê re daxuyanî da û diyar kir ew ê wek weqfê sibe biçin Bangledeşê.

Karavîl di daxuyaniya ku belav kir de qala zilm û wehşeta ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve tên kirin û diyar kir  ew ê bo Mislimanên Arakanî 10 bîrên avê bidin vekirin û ew ê 3 hezar û 500 paketa cil û berg û xwarina germ ji wan re belav bikin. Karavîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me bo van birayên xwe yên ku mexdûr bûne û hicret kirine û xwe spartine Bangledeşê kampanya alîkariyê da tertîpkirin. Ger Xweda nesîb bike em ê bi destê xwe wan alîkariyên ku di mehekê de hatine berhevkirin ji Diyarbekirê bibin Bangledeşê û ji Mislimanên Arakanî re belav bikin.”

“Li kû derê dinyayê mezlûm û mexdûrek hebe xelkê me jê re destê alîkariyê dirêj dike”

Karavîl di berdewama axavtina xwe  de diyar kir ew ê bo Mislimanên Arakanî 10 bîrên avê bidin vekirin û ew ê 3 hezar û 500 paketa cil û berg û xwarina germ û her wiha alîkariyên hwd. ji wan re belav bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di bergeha kampanyayê de 250 hezar lîre berhev kir. Em van alîkariyên bi izna Xwedê ji wan kesên feqîr re bibin, ew ê kampanyaya me heta 12 berfanbarê berdewam bike. Ger îxtîyac hebe em dikarin serî lê bidin da ku kampanya bê dirêjkirin. Lê belê ew ê ev alîkariyên me berdewam bikin. Ev helk teqdîrkirinê heq dike. Lewra  Li kû derê dinyayê mezlûm û mexdûrek hebe xelkê me jê re destê alîkariyê dirêj dike.”(ÎLKHA)
 










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e