Weqfa Yetîman ji ber minasebeta Meha Remezanê banga alîkarîyê li xêrxwazan kir

Koordînatorê Giştî yê Weqfa Yetîman Cemîl Uysal bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê ji ber minasebeta meha Remezanê ji kesên yetîm re alîkarîyê bikin.

Weqfa Yetîman ji ber minasebeta Meha Remezanê banga alîkarîyê li xêrxwazan kir

Weqfa Yetîman a ku li navenda wê li Diyarbekirê ye xebatên xwe yên alîkarîyê ji bo êtîm û sêwîyan bênavber didomîne. Ji ber minasebeta meha Remezanê weqf xebatên xwe zêde kir.

Derbarê amadehîyên xebatên meha Remezanê de ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Yetîman Cemîl Uysal ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Uysaldi daxuyanîya ku belav kir de qala amadehîyên ku ji ber minasebeta meha Remezanê tên kirin, kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Cardin hemd û sena ji Rebbê me re ku kir nesîbê me em bighijin meha Remezanê ya ku meha bereket, mexfîret û rehmetê ye. Rebbê min bike nesîb em bi şikleke kamil ji vê mehê îstîfade bikin. Werin em di vê meha mibarek de zekat, înfaq, fitr, sedeqa û xêrên xwe ji bo muxtac û êtîman bidin û parîkek be jî wan bidin kenandin. Bedela kolîya Remezanê ya îsal 500 tl ye. Xweda ji a niha ve xêrên ku hûn ê bikin qebûl bike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an
1,5 milyon mirov berê xwe dan Erefayê
Li Mêrdînê wesayît û motorsiklêt li hev qelibîn: 1 mirî
Cejn demên ku biratî û parvekirin digihîjin lûtkeyê ne
Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîp Gumuş peyama Cejna Qurbanê belav kir