Weqfa Yetîman ji Mislimanên Arakanî re alîkariya bataniyan kir

Weqfa Yetîman a ku ji Mislimanên Arakanî yên ku jiber zilma artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst koç dikin re bênavber alîkariyan dike xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

Weqfa Yetîman vêcarê jî ji wan Mislimanên ku li Bangledeşê  di kampên Cox’s Bazar û Balukhaliyê dimînin re bataniyan belav kir.

Li kampa ku mezintîrîn kampa duyemîn e nêzî 400 hezar Mislimanên Arakanî lê dimînin pêdivî ji tiştên xurek û yên mîna wê muhîm re heye.

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Sertaç Tekdal derbarê xebatên alîkariyê yên ku dikin de daxuyaniyan da û diyar kir li her kampa ew diçinê  rewş qet nebaş e û kovandar e.

 “Pêdiviya wan ji hemû tiştî re heye”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir xebatên wan ên alîkarî berdewam dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev tiştên ku em dibînin bi rastî jî wicdanan diêşîne.Em ji wê êş û elama ku Misliman li vê derê dikşînin re dibin şahid. Me doh paketên erzaqê belav kir û îro bataniyan. Sibe û du sibe jî em ê alîkariyên cûrbecûr bikin.  Nexasim pêdîvî bi cil û bergên zarokan heye. Problema tenduristiyê gelek mezin bûye û derman tunene. Di her qampa ku em diçinê em li rasta probleman tên.”(ÎLKHA)




































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin