Werdeka çar ling balan kişand li ser xwe

Li Êlihê werdekaçar ling a ku di kargeheke ku lê heywanên kedî tê firotin de ye bala kesên derdora xwe kişand li ser xwe.

Bûyereke şêrîn a ku li Bazara Elo Tewşoya Êlihê di dikaneke ku lê heywanên kedî tên firotin qewimî bala kesên li bazarê kişand li ser xwe. Lewra di dikanê de ji werdekên kedî yên  ku tên firotin yek ji wan bi çar ling e. Kesên ku çelîka werdekê ya bi çar ling e dibînin ecêbmayî dimînin.

Xwediyê dikana heywanên kedî  Musa Solmaz di derbarê mijarê de diyar kir dema ku wî wê werdeka çar ling dît heyirî maye û ev werdek temamê balan dikşîne li ser xwe.

Solmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê heta werdek mezin bibe dê wê nefiroşe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez li pazarê cîvcîvan difiroşim. Cîvcîv heywanên  du ling in, lê vê carê werdekek  çar lingan ji hêkê derket û em şaş mam. Welatiyên ku pê dibihîzin meraq dikin û tên sûreta werdekê digrin. Heta mezin nebe ez ê werdekê nefiroşim. Gelek kêm tê dîtin, her car ev tişt çênabe.”

Welatiyên ku ji bûyerê bûn şahid ecêbmayî mam û diyar kirin ku ev hikmeteke Xweda ye.

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe