Wergera Ayetên 21,22,23,24an ji Sûreya Beqere

Gelî Însanan! ‘Îbadetê Rebbê xwe bikin. Ewê ku hûn û yên berî we ji bo hûn xwe ji ‘ezabê wî vedin xuliqandiye.

 21- Gelî Însanan! ‘Îbadetê Rebbê xwe bikin. Ewê ku hûn û yên berî we ji bo hûn xwe ji ‘ezabê wî vedin xuliqandiye.

22- Ew e yê ku ji we re ‘erd rast kir, ezman li ser we avakir, ji ezman av nazilkir û bi wê avê fêkî yên ku kirî rizqên we deranî, hûn jê re tu hevpara çênekin! Hal ev e, hûn dizanin. (ku Ew e Xaliqê her kesî û hûn nikarin kesî bixuliqînin. Ji bil yê dixuliqîne tu îlah nînin.)

23- Heger ku hûn ji wan tiştên me nazil kirine li ser ‘ebdê xwe (Muhammed) di şikê de ne, deka naxwe sureke weke wê bînin, bang kin şahidên xwe yên ji bil Allah Te’ala, heger hûn rastbêj in.

24- Heger we ev nekir, ku tu wextî hûn nikarin bikin; naxwe hifza xwe ji wê agirê ku ardûyê wî însan û kevir in, bikin. (Herareta wî agirî, wisa pire ku bi însan û keviran tê pêxistin. Ne wek agirê dinyayê bi dara tê pêxistin. Sûreya Beqere

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin