Wergera Ayetên 85,86,87an Ji Sûreya Nîsa

Kî (di karekî) qenc de navbercîtiyê bike, ji wî re ji xêra wî karî nesîbekî heye

 85- Kî (di karekî) qenc de navbercîtiyê bike, ji wî re ji xêra wî karî nesîbekî heye. Kî jî (di karekî) xirab de navbercîtiyê bike, ji wî re jî ji gunehê wî karî nesîbekî heye. Hêza Allah Te’ala dighê her tiştî.

86- Dema silav li we hat kirin, bi silaveke xweşiktir an jî bi heman silavî, wê silavê vegerînin. Bi rastî Allah Te’ala li ser her tiştî li gor divê hîsabdar e.

87- Allah ew e ku ji wî pê ve îlah nîn in. Sond be ku dê we teva roja qiyametê ku tê de guman nîne bicivîne. Ma qey ji Allah rastgotintir kî heye? (Nîsa- 85-86-87)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin