Werin em ji bo feqîran maleke germ ava bikin

Rayedarên Kerwana Ûmudê yên Entabê diyar kirin ji ber ku demsala zivistanê nêz bûye kesên feqîr û hewcedarbo êzing û komirê sêrî li wan didin û ji wan alîkariyê teleb dikin.

Her roja ku derbas dibe hejmara kesên feqîr û bêkes zêdetir dibe, di ser vî halî de kesên ku ji ber şerên navxweyî yên li welatê xwe ji naçarî koç dikin jî zêdetir dibe. Entaba ku bajarekî mezin e, bi qasî mezinahiya xwe ji kesên feqîr û jar nexasim jî ji kesên koçber ên ku ji Sûriyê ji ber şerê navxweyî reviyane re dibe warê sitrînê. Kesên feqîr û penaber ên Sûriyê ji naçarî û bêderfetiyan mecbûr dimînin ku di jêrzemîn, dikan û cihên mîna wan ên ku bûne kavil de bimînin û hewil didin jiyana xwe di nav zehmetiyan de derbas bikin. Rayedarên Kerwana Ûmudê yên Entabê yên ku ji vê rewşa kesên feqîr û penaber haydar in heta ku ji destên wan tê hewil didin ji wan re bibin alîkar, lê belê ew jî heta derekî dikarin ji wan re bibin alîkar. Ji ber vê yekê rayedarên komelê ji xêrxwazan re bang kirin da ku di vê mijarê de ji wan re alîkarî bê kirin.

Nîhad Bakşiyê ji rayedarên Kerwana Ûmudê yê Entabê derbarê mijarê de diyar kir di demsala zivistanê de pêdiviya kesên feqîr û penaberên Sûrî nexasim ji ardûyên  mîna komir û êzingan heye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di demsala zivistanê de ji van malbat û kesên feqîr û penaber re alîkariya komir û êzingan dikin. Elbet ev arikariyên ku dê em ê bikin bi alîkariyên ku dê xêrxwaz bidin me ve girêdayî ne.Em dixwazin bo hemûyan belav bikin; lê belê derfeta me ew qas tuneye.”

Bakşî di dawiya axavtina xwe de hedîsa Pêxemberê me Hz. Muhammed “Ew kesê/a ku cîranê/a wî/ê birçî be û têr razî ne ji me ye” di bîran xist û dû re bang li xêrxwazan kir da ku li van kesên feqîr û penaber xwedî bê derketin.

ÎLKHA










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin