Yek ji keftarên belek ên ku li Tirkîyeyê cinasê wan li ber qedînê ye û ji lew bi cîhaza GPSyê tên teqîbkirin, li Mêrdînê ji ber ku wesaît lê qelibî telef bû.
Hedîse li ber Midûrîya Hereketa Xisûsî ya li ser rêya Qabalaya Artûklûya navçeya merkeza Mêrdînê qewimî. Wesaîta ku ajotvanê wê nehat tesbîtkirin li keftêr qelîbî û ew telef kir.
Li herêma başûrê rojhilatê nexasim li çola Ûrfayê, nêçîra keftarên belek qedexe ye. Di nav sînorê Tirkîyê de, cezayê nêçîra keftaran ji 15 hezar lîreyê dest pê dike.