Wesayîta eskeriyê dê bûbana sedema tunebûna malbatekê

ŞERNEX - Qezaya ku wesayîta eskeriyê jê re bû sedem gav bi gav ji teref kamerayê ve hat qeydkirin.

Li ser Rêbeja Cizîr –Şernexê wesayîteke siwîl xwest  ku wesayîta eskeriyê derbas bike, lê ji ber ku wesayîta eskeriyê ya li pêşîya wê, rê neda wesayîtê û pêşîya wê girt, qeza pêk hat.

Di dîmenên ku ji teref ajokarên li pey wan ve hatine girtin de qeza kêlî bi kêlî tê dîtin.

Li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin wesayît nêzî 10 kîlometreyan hewil da da ku wesayîta eskeriyê derbas bike, lê di hemla xwe ya dawî de wesayîta siwîl qeza kir.Di vîdyoya ku ji teref kamerayan ve hatine kişandin de tê dîtin ku wesayîta leşkeriyê bizanebûn rê li ber wesayîta siwîl teng kiriye û bûye sedem ku wesayîta siwîl qeza bike. Di dîmenan de tê dîtin şerîda rastê temamêtî vala ye, lê hêj nehatiye fêmkirin wesayîta leşkerî ji bo çi rê nedaye wesayîta siwîl da ku derbas bibe.

Hat hînbûn di wesayîta siwîl de tevlî dê û bav her wiha 3 zarok jî hebûn.Di qezaya ku li nêzî gundê Xoserê pêk hat de hat hînbûn tiştek bi tu kesî nehatiye ku ev jî bû wesîleya kêfxweşiyê.

Wesayîta leşkerî ya ku di dîmenên ku ÎLKHAyê bidestxsitiye de xuya dike, tê meraqkirin çima rê nedaye wesayîta siwîl.

Hat hînbûn bûyer di 7ê Tebaxa 2016an de pêk hatiye.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye