Wezareta Çandinîyêya Herêma Kurdistanê:Birîna daran a ji aliyê Tirkiyê ve karekî dijminane ye

Wezaretên Çandiniyê yên Iraq û Herêma Kurdistanêkarê birîna daran a ji aliyê Tirkiyê ve wek karekî “dijminane” wesfandin.

Di dîmenên ku doh di tora medyaya civakî de hatin belav kirin de hat dîtin ku Tirkîye li herêma Badînanê darên mazî û berûyan ên ku devî û reban in jê dikin û bi tirempêlan dibin.

Ji doh ve ji vê birîna daran de li ser tora medyaya civakî bertekên tund tên nîşandan ku herî dawî Wezaretên Çandiniyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê daxuyanîyek hevpar dan û bang li hikûmeta Tirkîyeyê kirin da ku dawî li vê yekê bînin.

Di daxuyanîya hevpar a ku hat belavkirin de tiştê ku ji teref Tirkîyeyê ve tê kirin wek karekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngeha mirovan hat wesfandin.

Doh êvarî jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Adil Cotyar jî daxuyanîyek belav kiribû û li dijî vê yekê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dabû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e