Wezareta Karên Derve: Bila welatên xwedî berpirsiyar bibin taqîbkerê qerarê

Ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê pêşnûmaya Qudsê de wiha bang li welatan hat kirin: “Bila welatên xwedî berpirsiyar bibin taqîbkerê qerarê.”

Wezareta Karên Derve derbarê pêşnûmaya Qudsê ya ku doh di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbyî de ji teref 128 welatan ve hat qebûlkirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku derbarê mijarê hat dayîn de hat destnîşankirin ji ber pêşnûma hatiye qebûlkirin û qerara Amerîka hatiye redkirin ew memnûn in û dû re wiha hat gotin: “ Em bang li temamê endamê NYyê yên ku xwedî berpirsiyar in dikin, bila bibin taqîbkerê vê qerara girîng.”(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin