Wezareta Karên Derve êrîşa li Pakîstanê şermezar kir

Wezareta Karên Derve êrîşa ku li Keuetta bajêra Pakîstanê hat kirin şermezar kir.

Ji teref Wezareta Karên Derve derbarê êrîşa ku li Keuetta bajêra Pakîstanê hat kirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat ragihandin di êrîşa ku li Keuetta bajêra Pakîstanê hat kirin de birayên me yên Pakîstanî yên ku polês jî di nav de bûn jiyana xwe ji dest dane û hinek ji wan jî birîndar bûne û dû re wiha hat gotin: “Vê xebera mirin û birîndarbûnê me xemgîn kiriye. Em vê bûyera terorê şermezar dikin. Em ji Xweda Teala ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji bo kesên birîndar jî şifayê teleb dikin. Bila serê gelê Pakîstanê sax be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin