Wezareta Karên Derve êrîşên li Venezuelayê şermezar kir

Wezareta Karên Derve wan êrîşên ku li Venezuelayê li avahiyên Wezareta Aştî û Edaletê, Karên Hundir û avahiya Mehkemeya Makeqanûnê hatin kirin şermezar kir.

Weke ku tê zanîn li  Karakasa paytexta Venezuelayê  çend kes bi helîkopterê êrîşa bombeyî birin li ser  avahiyên Wezareta Aştî û Edaletê, Karên Hundir û avahiya Mehkemeya Makeqanûnê. Di êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.

Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê bi daxuyaniya ku belav kir êrîşa ku hatiye kirin bi şikleke tund hat şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: “ Em êrîşa ku hatiye kirin bi şikleke tund şermezar dikin. Tiştê ku me kêfxweş dike bi tu kesî tiştek nehatine. Em temennî dikin ew qeyrana siyasî ya li Venezualeyê demildest bê çareserkirin.”

Serokê Dewletê  Nîcalos Maduro di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de belav kir de êrîşa ku hatiye kirin wek êrîşa terorê wesfand.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin