Wezareta Karên Derve ji qerara referandûmê ya Meclîsa Kerkukê re bertek nîşan da

Wezareta Karên Derveji wê qerara li referandûmê daxilkirina Kerkûkê ya ku ji teref Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê ve hatiye dayîn re bertek nîşan da û got ku ev yek dibe sedema îhlalkirina Makezagona Iraqê.

Îro bi qerara ku ji teref Meclîsa Wîlayeta Kerkukê ve hat dayîn hat ragihandin ku ew ê Kerkuk jî daxilî referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de bê kirin bibe. Ji ber vê qerara ku hat dayîn ji teref Wezareta Karên Derve ve derheqê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref  Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de hat ragihandin ji wê qerara li referandûmê daxilkirina Kerkûkê ya ku ji teref Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê ve hatiye dayîn re bertek nîşan da û got ku ev yek dibe sedema îhlalkirina Makezagona Iraqê.

41 endaman 24 endam biryar dan ku beşdarî referandûmê bibin

Meclîsa Wilayeta Kerkukê îro civînek li dar xist. Di encama civîna ku hat lidarxistin de  bi piraniya rayan biryar hat dayîn ku Kerkuk jî beşdarî referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê de bê kirin bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin