Wezareta Karên Derve ji YEyê re bertek nîşan da

Wezareta Karên Derve destnîşan kir daxuyaniya ku îro ji teref Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ve li ser navê YEyê hatiye dayîn nayê qebûlkirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ji daxuyaniya ku îro ji teref Temsîlkarê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ve li ser navê YEyê hatiye dayîn re bertekek tund nîşan da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Daxuyaniya ku li ser navê YEyê hatiye dayîn nayê qebûlkirin.YEya ku ji teşebûsa darbê vir ve desteka ku me hêvî dikir neda me, mixabin di warê micadeleya bi terorîzmê re naxwaze Tirkiyê fêm bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “ YE di nezda milleta Tirk de di warê micadeleya  bi terorê de îtîbara xwe winda kiriye.Ji ber vê yekê   daxuyaniyên ku dê ji teref wan ve bên dayîn ji hêla me ve tu qedr û qiymeta wan nîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye