Ji teref Wezareta Karên Derve ve kesên ku niyeta wan heye biçin Amerîkayê îqaz kir û balan kişand li ser “ êrîşên terorê yên ku zêde bûne, binçavî û girtîyên keyfî.”
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê mijarê hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin îhtîmal e li Amerîkayê ji nişka ve êrîşên terorî bên kirin û kes bi şikleke keyfî bên binçavkirin û girtin.
Amerîka bi daxuyanîya ku belav kiribû ji welatîyên xwe îqaz kiribû û ji wan xwestibû kesên ku dê biçin Tirkîyê bila ‘Ji nû ve bifikirin.’
Hema piştî vê daxuyanîya Amerîka ya derbarê Tirkîyê de gazî Maslahatguzarê Balyozxaneya Enqerê yê Amerîka hatibû kirin û jê re acizbûna Enqerê ya derbarê vê mijarê de hatibû gotin.
ÎLKHA