Wezareta Karên Hindir: Li Dîyarbekirê 596 kîlo esrar hat bidestxistin

Wezareta Karên Hindir, diyar kir ku di encama operasyona ku li Dîyarbekirê tê kirin de, 103 kîlo esrara toz, 493 kîlo esrara kubar, 180 hezar û 200 heb kenewîra kok û 335 hezar kok skunk hate bidestxistin.

Li gorî daxuyanîya ku ji wezaretê hat belavkirin, li Dîyarbekirê operasyonên ku li dijî PKKê tên kirin didome.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li gundê Gomeça Hênê ji 55 nuqteyên ku ji berê ve hatibûn tespîtkirin re bi qomando û ekîbên cendermeyan ve operasyon hate kirin.

Di encama wan operasyonan de 103 kîlo esrara toz, 493 kîlo esrara kubar, 180 hezar û 200 heb kenewîra kok û 335 hezar koka skunkê hatin bidestxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"