Wezareta Karên Hundir: Hezar û 698 kes hatin binçavkirin û 610 kes hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin di nava heftiyeke dawî de ji ber sûcên cûrbecûr hezar û 698 kes hatin binçavkirin û ji van hezar û 698 kesan 610 kes hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatiye dayîn di nava heftiyeke dawî de li dijî PKK, DAIŞ û FETO/PDYyê operasyon hatin kirin. Di van operasyonên ku hatin kirin de tevde hezar û 698 kes hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji van hezar û 698 kesên ku hatin binçavkirin 372 kes ji PKKê, 75 kes ji DAIŞê û hezar û 218 kes jî ji FETO hatin binçavkirin. Her wiha li gor daxuyaniyê ji kesên ku hatine binçavkirin 36 kes ji PKKê, kesek ji DAIŞê û 572 kes jî ji FETOyê hatin girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin di operasyonên ku li dijî rêxistinên çepgir hatin kirin de kesek wek mirî û kesek jî wek sax hat bidestxistin û 33 kesên ku bi van kesan re têkîldar in jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye