Wezareta Pêşmerge derbarê êrîşa ku doh êvarî hat kirin de daxuyanîyek belav kir

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; Pêşmerge wek her car dê axa Kurdistanê û gelê Kurdistanê biparêze.

Doh êvarî  bi mûşekan êrîş li baregaha leşkerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê vê êrîşê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de êrîşa ku hat kirin bi tundî hat şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: “Em cardin dibêjin, ew ê dijmin û terorîst qetîyen nikaribin asayîş, hizûr û îmara Herêma Kurdistanê xera bikin.Bila gelê Kurdistanê dil rihet be, lewra Pêşmerge wek her car dê axa Kurdistanê û gelê Kurdistanê biparêze.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"