Wezareta Pêşmerge: Divê her kes rêzê li tixûbên herêmê bigire û ewlehî Kurdistanê nekin xeterê

Ji teref Wezareta Pêşmerge ve derbarê êrîşa ku ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa got: “Vê sibehê, 5ê Hezîrana 2021ê, Tîmek Pêşmerge dema li çiyayê Metînaya li navçeya Amêdîyê wezîfeyeke leşkerî pêk dianî da ku gel û gundên herêmê biparêze û ewlehiyê bîne herêmê, ji hêla PKKê ve kemînek hate danîn û 5 Pêşmerge kuştin û 4 kesên din jî birîndar kirin.

Me berî bûyerê hişyarî dabû dibe ku bûyereke wisa rû bide, divê her kes rêzê li tixûbên herêmê bigire û ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê nexe xeterê.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"