Wezîfa Haşimî Hat Betalkirin

Mehkema ‘Iraqê Li Haşimî 3 Caran Cezaya Îdamê Birîbû

 Serekcimhûrê İraqê Celal Talabanî îfade kir ku, ji ber mehkema İraqê 3 caran li Tariq Haşimiyê alîkarîyê wî ceza îdamê biriye, wezîfa Haşimî hatiye betal kirin. Talabanî diyar kir ku li gor maddeya 90î ya qanûna cezayê ya İraqê, Tariq Haşimî ji wezîfa alîkariya serekcimhûrtiyê hatiye xistin.

Her wiha Talabanî da zanîn ku selahiyeta wî tune ye ku alîkarekî din bineqîne, tenê dikarê wezîfa alîkarê serekcimhûrê ku ji teref parlementoyê ve tê hilbijartin tesdîq bike.

Tariq Haşimî û midûrê qelama xisûsî Ehmed Kahtan, dihatin sûcdar kirin ku ewilî ebûqatek û sûbayek dane kuştin, dûre jî wezîfedarekî wezareta karên hundir dane kuştin, li Kerbela jî êrîşên li turba Hz Huseyn û li muslumanên şîî dane rastkirin. Bi îddîa van sûcan li wan 3 caran ceza îdamê hatibû birîn.

Haşimî van sûcan red dike û ji meha Nîsanê vir ve li Tirkiyê dimîne. Di heqê wî de ji teref Înterpolê ve qirara girtine hatiye derxistin. Lê îdara Enqerê diyar kiriye ku Haşimî heta ku bixwaze dikare li Tirkiyê bimîne. Ji ber vê yekê jî, di navbera Enqere û Nûrî Malikî de niqaş heye. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar