Wezîfedarê ewlehiyê yê ku malbata xwe qetil kir hat girtin

Wezîfedarê ewlehiyê yê ku li Mûşê temamê malbata xwe qetil kirdi encama îxbara ku hat kirin de hat girtin.

Mehmetcan Aykanê ku li Mûşê wezîfedarê ewlehiyê bû malbata xwe ya ku ji 5 nefsan pêk dihat qetil kir. Di encama îxbara ku naskiriyekî  Aykanî kir de cendirmeyan operasyon li dar xistin û Aykanî li Karaagaca Mûşê hat girtin.

Aykaniyê ku malbata xwe qetil kiribû piştî ku hat girtin re di bin ewlehiyên zêde de hat birin kontrolkirina tenduristiyê. Kontrol ji ber hinceta ewlehiyê di nava wesayîtê de hat kirin.

Piştî ku kontrolkirina tenduristiyê hat kirin û bi Aykanî li cihê bûyerê tatbîqat lê hat kirin re, hat birin edliyê û nêzî 3 seatan îfade da. Di encama darizandina ku hat kirin de Aykanî  hat girtin û hat şandin girtîgehê.

Her weke ku dê bê bîran li Mûşê Mehmetcan Aykanê ku wezîfedarê ewlehiyê bû xanim û qîza xwe, xweha xwe , jintîiyê xwe û bûka apê xwe bi tifingê qetil kir.

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e