Ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve di derheqê helîkoptera ku li Dêrsimê ket de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Soylu diyar kir helîkoptera di seat 11.35an de bi hewa ket û di derdora seat 11.43an îrtîbata pê re qut bû. Soylu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî hilkişîna 2 seat û nîvan ekîbên me gihaştin enqazê helîkopterê. Ji stalaytê hat dîtin ku helîkopter li erdê ketiye û li ser piştê wergeriya. Ekîban, wan 12 ewladên me yên ku di helîkopterê de bûn kontrol kirin ka sax in yan mirîne. Serê milletê me û welatê me sax be tev şehîd bûn. Ji derve mudaxele nehatiye kirin û helîkopter ji ber şertên hewaya neyînî ketiye.”(ÎLKHA)
Wezîr Soylu: Ji derve mudaxele nehatiye kirin
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di derheqê helîkoptera ku li Dêrsimê ket de destnîşan kir ji derve mudaxele nehatiye kirin û helîkopter ji ber şertên hewaya neyînî ketiye.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin