Wezîr Tufenkçî li Çinarê lêkolîn kir

Wezîrê Bazirgan û Gumrikê Bulent Tufenkçî û lijneya pê re li Çinara Amedê di derbarê teqîna Çinarê de lêkolîn kirin.

Wezîrê Bazirgan û Gumrikê Bulent Tufenkçî di ciyê bûyera Çinarê ya ku şeva çarşemê qewimîbû de lêkolîn kir, taciran ziyaret kir. Dûvre li pirsgirêkên taciran guhdar kir.

Wezîr Tufenkçî û lijneya pê re piştî lêkolînê daxuyanî da endamên çapemeniyê. Tûfekçî di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Bombeya ku li vir hatiye bicî kirin û yê ku li Sultanahmetê hatibû bicî kirin wek hev in. Êrîşa li Fransayê û teqîna li Pirsûsê wek hev in. Dema ku mirov li van êrîş û teqînan mêze dike hemû wek hev in. Êrîşa ku li vir hatiye kirin ne li ewlehiyê ne jî li dewletê hatiye kirin. Ev êrîş li hizûr û aramiya gel hatiye kirin.”

Tufekçî diyar kir ku di derbarê vê êrîşê de hinek gumanbar hatine binçav kirin. Tufekçî wiha pê de çû: “Hinek hatin girtin. Yên din jî dê di demekê kurt de werin girtin. Girtin an jî negirtina wan girîng nînin. Yê girîng ew e zilma ku li vir tê kirin dawî lê were. Ê girîng ew e ku ev kes dev ji pêsîra vê gelê berdin.”

Piştî axavtina Wezîr Tufenkçî, Wezîrê kevin yê Xurek, Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker diyar kir ku PKK bi êrîşên xwe ve zirarê dide gelê Kurd. Dûvre Eker axavtina xwe wiha domand: “PKK, carek din jî êrîş li xelkê Kurd kiriye û zirarê daye gelê Kurd. Heta îro ev rêxistin bi çalakiyên xwe ve zirarê daye Kurdan. Rastî ev yek dide nîşandan ku di derbarê çalakiyan de ji aliyê hişmendiyê ve IŞÎD û PKK wek hev in. Rastî manendiya êrîşa Sultanahmet û yê Çinarê jî ji xwe ev e.”

 

Eker diyar kir mexduriyeta kesên ku di vê êrîşê de zirarê dîtine dê were telafî kirin. Eker dûvre wiha axivî: “Birêz wezîrê min diyar kir ku dê mexduriyeta gelê me were telafî kirin. Lê em dê çawa zirar û xisarên ku di dilan de pêk hatiye çawa telafî bikin. Sedema vê texrîbatê hişmendiya terorîstê ya ku dijminê mirovahiyê ye.

Ev ramana ku ne diyar e çalakiyên xwe ji kî re dike û her wiha hewl dide ku ramanên xwe bi tûndiyê pêk bîne hişmendiyekê mel’un e. Ev yek mehkûmê wîjdana gel e û dê her tim jî bibe mehkûmê vê yekê.”

Her wiha Eker diyar kir ev teqîna ku li Çinarê hat teqandin di giraniya tonek û 300 kg bû. Eker wiha dawî li axavtina xwe anî: “Teqandina  teqemeniya tonek û 300 kgyê ya di nav gel de kijan wîjdan qebûl dike. Em vê yekê dihêlin hêviya gelê xwe. Em dizanin ku ev di dilê gelê me de hatine mehkûm kirin û dê mehkûm bibin.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar