Wezîra Karên Derve ya Myanmarê li Londrayê hat protestokirin

Daw Aung San Suu Kyiya Wezîra Karên Derve ya Myanmarê li Londraya paytexta Îngîltereyê hat protestokirin.

Komeke ku ji aktîvîst û penaberan pêk dihat, Daw Aung San Suu Kyiya Wezîra Karên Derve ya Myanmarê û Şewirmenda Serokê Dewleta Myanmarê ya ku ji teref Şaredariya Londrayê ve ji xelata ‘Azadiya Bajêr’ re hatibû layiq dîtin protesto kir.

Pêşandar ji xelata ku ji Wezîra Karên Derve ya Myanmarê re hatiye dayîn re bertek nîşan dan. Pêşandaran her wiha diyar kirin hêj li Myanmarê heqên însanan tên binpêkirin û qirkirina dînî tê kirin

Ji pêşandaran kesê bi navê Ko Aung diyar kir di 1998an de ew li Myanmarê xwendevan bû û wê heyamê bi heman awayî ji Wezîra Karên Derve ya Myanmarê Daw Aung San Suu Kyi şewirmendiya ewlehiyê dikir.

Aung di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di warê mucadeleya li ser navê heqên însanan de 7 salan di hepsan de maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hêvî û ûmuda min gelek caran şikest. Daw Aung San Suu Kyi diviyabû li ser meseleyên exlaqî sekinîbana, li wê derê însan dimirin û li wê derê li însanan tecawuz tê kirin.”

Xwepêşana ku ji teref Rêxistina Neteweyî ya Kachîn û Rêxistina Rohîngyaya Burmayê ya li Îngîlêtereyê ve hat organîzekirin li navenda Londrayê hat tertîpkirin.

Pêşandarên ku slogana ‘Xwelî li serê te be Daw Aung San Suu Kyi’ diavêtin û panqartên ku di destên xwe de digirtin xwestin ku mehkûmên siyasî bên berdan, gotinên nefreta dînî bê sekinandin û bila esker dawî li cinayet û şiddetên li qewmên li Shan, Rohîngya, Taang û Kachînê bînin.

Serokê KNOyê Rîng Du Lachyung  diyar kir ew dikarin li vê derê werin ba hev, lê ew nikarin vê yekê li Burmayê bikin. Lachungy dû re wiha got: “ Em heman qurbanên şiddeta eskerî ne.”(ÎLKHA)




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe