Wezîra Polîtîkayên Civat û Malbatê li Entabê beşdarî taziyê bû

DÎLOK - Wezîra Polîtîkayên Civat û Malbatê Fatma Betul Sayan Kaya beşdarî şîna malbatên wan kesên ku di êrîşa bombeyî ya ku heftiya borî li Entabê cihê dawetekê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan, bû.

Her weke ku tê zanîn heftiya borî êrîşa bombeyî li Entabê cihê dawetekê hatibû kirin û di êrîşê de 55 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 94 kes jî birîndar bûbûn. Wezîra Polîtîkayên Civat û Malbatê Fatma Betul Sayan Kaya hat Entabê û digel Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn beşdarî şîna malbatên ku naskirîyên xwe di êrîşê de ji dest dan, bû.

Wezîr Kaya dû re li cihê teqînan lêkolîninan kir  û dû re bi kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re axivî û ji wan re serxweşiyên xwe anî ziman.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin