Wezîrê Avadanê Cevdet Yilmaz li navçeya Cizîra Şernexê bi mixtar, endamên saziyên civakî yên siwîl, wezîfedarên dînê, midûr û mamosteyan re hevdîtin kir.
Yilmaz di Salona Civînê ya Qeymeqemtiya Cizîrê de piştî ku bi mixtaran re bi şiklekî girtî civîn kir daxuyanî da. Yilmaz diyar kir ku civîn bi randiman derbas bûye. Dûvre Yilmaz wiha axivî: “Em dê hewl bidin ku li Cizîrê rê, qadên şîn, ji bo zarokan park, binesaziya werzişî, perwerdehî û saziyên tendirustiyê bi şiklekî rêk û pêk were sazkirin.”
Wezîr Yilmaz diyar kir ku di derbarê Cizîrê de ji bo 2 hezar kesan qada îstîxdamê vekirine û niha jî di bergeha bernameyan de ji bo gel dest bi karê kirine. Her wiha Yilmaz destnîşan kir ku bi taybet dê ciwan perwerdehiya pîşesaziyê bibînin û dê di qadên cûda de bixebitin.
Yilmaz di derbarê esnafê ku ji qedexe û şerê zirarê dîtiye de jî axivî û her wiha destnîşan kir ku ev zirar û ziyanên ku hatine dîtin ji teref lijneyê ve hatine tespîtkirin. Dê di derbarê vê yekê de gavên ku hewce dike were avêtin.
Yilmaz di derbarê gelemperîkirina navçeya Silopî de jî axivî û diyar kir ku wezîran di derbarê Silopî de jî bi şiklekî lezgîn biryara gelemperîkirina navçeyê dane.
Yilmaz di derbarê biryara gelemperîkirina lezgîn de wiha axivî: “Lijneya Wezîran di derbarê Silopî de biryara gelemperîkirina lezgîn da. Ev nayê wateya gelemperîkirinê. Bes Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê desthilatiyekê sitandiye. Piştî ku plana avadaniya nû hat diyarkirin fereze avahiyekê li nêzê rê hatiye sazkirin. Dê di derekê din de midaxaleya vê yekê were kirin. Ji ber vê yekê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê desthilatiyekê wiha sitand. Hêj ne diyar e ku ev îsabeta li ku derê dike. Piştî ku ev plan were diyarkirin dê ev mijar jî were destnîşankirin. Ji bo ku biryar yek û yek neyê dayîn ev desthiladarî hat dayîn. Ev desthilatdarî dema ku hewce bike de were bikaranîn. Qethiyen ev nayê wê wateyê ku her der were gelemperîkirin. Dema ku ev yek pêk were dê zemîn û hawîrdor were jî gor hewcetiya gel were amadekirin.” (ÎLKHA)